Franseyê jî du dronên Husiyan xiste erdê

ji aliyê sîstema berevanî ya Fransî ve hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Ji Yemenê ve ber bi Îsraîlê hatibûn şandin.

Îro yekşem 10ê Sermawezê Fermandariya hêzên deryayî yên Franseyê ragihand ku, hêzên wan karîne du dronên întîharî yên çekdarên Husê bixin erdê.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev her du dronên han ji Yemenê ber bi behra sor anjî ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin.

Di beşeke din ya daxuyaniya hêzên deryayî yên Frensî de hatiye diyarkirin ku, ev her du dronên jî bi rêya sîstema berevanî ya hêzên Frensî hatine xistin.

Weke tê zanîn çekdarên Husî yên li Yemenê yên ku, ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin şer li dijî Îsraîlê ragihandine û rojane ji Yemenê ber bi Îsraîl û behra sor ve dronan davêjin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.