Amerîka: Komên çekdar yên Îranî rewşa deverê aloz dikin

tenê duhê 5 caran êrîşî hêzên Amerîkî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Duhê bi mûşek êrîşî ser balyozxane û hêzên Amerîkî kirine.

Piştî êrîşên lipey hev yên çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê yên li dijî balyozxaneya Amerîka û hêzên leşkerî yên Amerîkî, hikûmeta Amerîkayê daxuyaniyek weşand û ragihand ku, komên çekdar yên ser bi Îranê yên li Îraqê li ser asayîş û aramiya deverê metirsîne û rewşa deverê aloz dikin.

Her di vê derbarê de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî jî diyar kiribû ku, komên han komên derqanûnî, tisinokin û nuneratiya Îraqê nakin û sivêkatî bi Îraqê dikin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.