Çekdarên Husî êrîşî ser başûrê Îsraîlê kirin

heta niha Îsraîl derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Dibêje bi mûşekên balîstîkî êrîşî ser çend cîhên leşkerî kirine.

Peyvdarê çekdarên husî yên li Yemenê yên ku, ji aliyê Îranê ve têne piştîvanî kirin, ragihand ku, hêzên wan êrîşî ser çend cîhên leşkerî yên Îsraîlê li başûrê vê welatî kirine.

Yehiya Serî ji çapemeniyê re ragihandiye ku, duhê êvarê çekdarên husî bi mûşekên balîstîkî êrîşî ser keştî û cîhên leşkerî yên Îsraîlê li başûrê vê welatî kirine.

Yehiya Serî herwiha eşkere kiriye ku, êrîşên wan yên bo ser Îsraîlê berdewam dibin.

heta niha Îsraîl derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.