Nakokiyên navbera Îsraîl û Tirkiyeyê zêde dibin

Îsraîl dibêje Tirkiye piştîvaniya Hemasê dike.
کوردستان TV
100%

Îsraîl gotibû li Tirkiyeyê jî li Hemasê dide.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê bandoreke gelek xirab li ser têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîlê kiriye û Serokkomarê Tirkiyeyê bi eşkere gef li Îsraîlê dike.

Her di heman çarçoveyê de piştî daxuyaniya wezîrê derve yê Îsraîlê ku, gotibû Tirkiye dikare endamên Hemasê bihewîne, îstîxbarata Îsraîlê jî diyar kiribû ku, vê li Tirkiyeyê jî li endam û berpirsên Hemasê bide.

Piştî vê daxuyaniya îstîxbarata Îsraîlê, hem wezareta derve û him jî wezareta navxwe ya Tirkiyeyê bersif dan û eşkere kirin ku, bi ti awayî rê nadin Îsraîl li Tirkiyeyê ti gavek bavêje.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.