Di nava mehekê de ev penaberên han hatine radestkirin.
Li gor amarên deriyên sînorî yên di destê komên cîhadî yên li Sûriyeyê de, Tirkiye berdewame li ser vegerandina penaber û awareyên Sûrî bi darê zorê.
Di vê derbarê de hate zanîn ku, rayedarên deriyên sînorî yên ku, di destê komên cîhadî dene diyar kirine ku, tenê di meha Mijdarê de hikûmeta Tirkiyeyê zêdetir ji 13 hezar aware û penaberên Sûrî bi zorê vegerandiye Sûriyeyê û wan radestî komên cîhadî kiriye.
Malpera nûrpres diyar kiriye ku, piraniya kesên bi zor vegerandî jin û zarokin û zilamên vegerandî jî ji aliyê komên cîhadî ve bi mebesta ku, wan çekdar bikin û bixin nava refên xwe ve, hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin