Îsraîl dîsa êrîşî Dîmeşqê kir

êrîşî ser hêzên çekdar yên ser bi rejîma Îranê hatiye kirin,
کوردستان TV
100%

Sûriye dibêje zirarên mezin yên madî çê bûne.

Çapemeniya Sûrî ragihandiye ku, îro şemî danê sibê zû, artêşa Îsraîlê ji sînorê Colanê ve bi mûşek êrîşî ser Dîmeşq û derdorê Dîmeşqê kiriye.

Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, sîstema berevaniya esmanî ya Sûrî kariye beşek ji wan mûşekan pûç bike û di encama êrîşê de zirarên mezin yên madî çê bûne.

Li hin çavkaniyên din qala vê yekê dike ku, artêşa Îsraîlê êrîşî ser navendên komên çekdar yên ser bi Îranê kiriye û gelek kuştî û birîndar jî hene.

Heta niha Îsraîl li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.