Dibêje bila erkên xwe cîhbicîh bike.
Wezareta derve ya Amerîkayê ragihandiye ku, wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî re gotiye lazime hikûmeta Îraqê erkên xwe cîhbicîh bike û navend û hêzên Amerîkî yên li Îraqê biparêze.
Blinken herwiha gotiye lazime tevahiya navendên ku, hêzên Amerîkî di nava wan dene li gel hêz û welatiyên Amerîkî li Îraqê werin parastin.
Weke tê zanîn jiber şerê navbera Îsraîl û Hemasê êrîşên komên çekdar bo ser hêzên Amerîkî yên li Îraqê zêde bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin