Serokê herêmê gehêşte Îmaratê

di çarçoveya konferansê de li gel Serkirdeyên welatên beşdar dicive.
کوردستان TV
100%


Beşdarî di konferansa keş û hewayê de dike.

Êwara îro Serokê herêm Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gehêşte Dubaya paytexta Îmaratên yekgirtî yên Erebî û li balefirxaneya Dubayî ji aliyê Serokê Dîwana cîhnişîna Ebûzebî Şêx Xelîfe bin Tehnûn bin Hed Alnehiyan û balyozê Îraqê yê li Îmaratê Muzefer Mistefa Elcebûrî ve hate pêşwazîkirin.

Di vê serdana han de vê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di konferansa netewên yekgirtî ya bo keş û hewayê (cop 28) de bike ku, biryare sibê înê bi amadebûn û beşdariya hijmareke berçav ji Serkirdeyên cîhanê li bajarê Expo ya li Dubayî were organîzekirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.