Dron bo DIŞIê çê kirine.
Dadgeha cezayên giran ya Îraqê ragihand ku, ev 4 kesên ku, bi tawana çê kirine cebelxane û dronan bo DIŞIê hatibûn girtin, hatine darizandin û li tawanên xwe mokir hatine.
Dadgeha cezayên giran ya Îraqê eşkere kiriye ku, ev her çar kesên han bi tawana hevkarî kirina DIŞIê û çê kirina dronan bo DIŞIê hatine mehkûmkirin û biryara îdam kirinê bo wan hatiye dayîn.
Dadgeha Îraqê eşkere kiriye ku, ev her çar tawanbarên han li gor madeya 4 ya qanûna dijî terorê hatine darizandin û mehkûmkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin