Behsa henarde kirina petrola Kurdistanê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê birêz Elîreza Gunay kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên du alî kir û tekez li ser pêşde birina têkiliyên di warê abûrî û bazirganî û asankarî kirin bo hatûçûya torîstan di navbera her du aliyan de kir.
Mijareke din ya civîna me taybet bû bi destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê û li ser girîngiya destpê kirina henarde kirina bilez petrolê bi rêya bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê hemfikir bûn.
Di vê derbarê de balyozê Tirkiyeyê amadebûna welatê xwe bo destpê kirina prosesa henarde kirina diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin