Giftûgo derbarê karûbarên bankî de dike.
Biryare îro duşem 27ê Mijdarê şandeke hikûmeta Îraqê bi Serokatiya Şêwirmendê karûbarên darayî û bankî yê Serokwezîrê Îraqê biçe Enqereyê û li gel rayedarên bankî yên Tirkiyeyê bicive.
Ev şanda han vê li gel komîteya venêrîn kirina karûbarên bankî li Tirkiyeyê bicive û di civînan de giftûgo derbarê liv û tevgerên bankî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê, kar asanî kirina bo torîst û welatiyên Îraqî yên li Tirkiyeyê di warên bankî de û çawetiya bikaranîna diravan di karûbarên bankî de bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin