Li parêzgeha Zîqarê hatine girtin.
Îstîxbarata Îraqê îro çarşem belav kir ku, di operasiyonekê de ku, beriya niha zaniyarî ji wan re hatibûn dayî, karîne 8 terorî li bajarê Nasiriye ya li parêzgeha Zîqarê ya li Başûrê Îraqê binçav bikin.
Îstîxbarata Îraqê diyar kiriye ku, ev her 8 terorîstên girtî hewl dane daku, li deverê de dest bi kiriyarên terorîstî bikin lê zaniyarî pêşwext ji îstîxbaratê re hatine û îstîxbarat jî piştî şopandinê operasiyon kiriye û kariye wan binçav bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin