Îro li Holendayê hilbijartinên pêşwext hene.
Piştî hilweşîna hikûmeta Holendayê, îro li vê welatî xelk bo hilbijartina Serokwezîrekî nû çû ser sendoqan.
Di hilbijartinên vê carê yên li Holendayê de keçeke Kurd bi navê Dîlan Yeşîlgoz jî xwe berbijêr kiriye û li gor encamên rapirsiyan derfet û şansê Dîlan ku, bi Dîlan Dêrsîmî jî tê nasîn gelek zêdeye û egereke bihêz heye ku, ev keça Kurd di dîroka Holendayê de bibe yekem jin ku, dibe Serokwezîrê Holendayê.
Dîlan Yeşîlgoz xelkê Dêrsîma bakûrê Kurdistanê ye û dema zarok bûye malbeta vê çûye Holenda û liwir nîştecîh bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin