Gelek çekdar hatine kuştin.
Li gor çapemeniya Îraqî îro danê sibê zû balefirên şer yên Amerîkayê weke bersifdayîna êrîşên ser hêzên Amerîkî yên li Îraqê, li Babîlê êrîşî ser du navendên çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê kiriye û di encama êrîşa han de gelek çekdar hatine kuştin û du navendên han jî bi temamî hatine wêrankirin.
Ji aliyê xwe ve artêşa Amerîkayê jî îro daxuyanî daye û ragihandiye ku, weke bersifdayîna wan êrîşan, me êrîşî ser du navendên çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê li Cirf Elnesir ya li parêzgeha Babîlê de kiriye û ev her du navendên han bi temamî wêran kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin