Di roja duyem ya MEPS de beşdarî panêleke taybet kir û balkêşande ser çend mijaran.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem ya komcivîna MEPS ya li Dihukê de beşdarî di panêleke taybet de kir û balkêşande ser çend mijaran.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de behsa şerê li Xezeyê kir û ragihand ku, em weke gelê Kurd gelek şer dîtine û dizanin zirarên şer çine lewre em li dijî şerin û lazime kêşeyên heyî beriya ku, bigehêjin asta şer bi diyalogê werin çareserkirin.
Mesrûr Barzanî behsa vê yekê jî kir ku, bê goman şerê li Xezeyê bandoreke zêde li ser rewşa deverê dike û nabe rê bidin ku, Îraq jî bibe beşek ji vê şera hanê û Îraq dikare bi awayeke aştiyane di vê şerê de rola navbeyinkariyê bilîze.
Serokwezîr di berdewamiya axaftinên xwe de behsa kêşeyên navbera hikûmeta herêmê û hikmûeta federalî kir û ragihand ku, Kurd dixwaze bi rêz girtin ji maf û hebûna pêkhateyan kêşeyên heyî yên li Îraqê di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin û bo vê yekê jî Kurd gelek hewl daye û di hewldanên xwe de jî berdewam dibe.
Mesrûr barzanî behsa vê yekê kir ku, heta niha Kurd di çarçoveya destûra federalî de tevahiya pêbendiyên xwe bicîh aniye û niha lazime Îraq jî di vê derbarê de pêbendiyên xwe bicîh bîne û destûr cîhbicîh bike û lazime rêz li tevahiya netewe û pêkate û mafên wan were girtin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku, mixabin hîn jî li Îraqê eqiliyeteke dagîrkeriyê heye û destûr weke xwe nehatiye cîhbicîhkirin û ev yek jî bûye sedema derketina gelek kêşeyên mezin.
Derbarê rêkeftinên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê de jî Serokwezîr tekez li ser vê yekê kir ku, tevahiya wan rêkeftinan qanûnîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin