Tirkiye êrîşî ser deverê kiriye.
Li gor jêderên çapemeniyê ji Rojavayê Kurdistanê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) duhê hem artêşa Tirkiyey û him jî komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve bi dijwarî gundê Dadatê ya li Bakûrê Minbicê bordiman kirine.
Hate zanîn ku, di encama bordiman û topbarana han de herî kêm 7 welatiyên medenî birîndar bûne û zirarên mezin yên madî jî ber şêniyên vê gundê ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin