Hemas: Em li rêkeftinê nêz bûne

vê di seatên pêşiya me de Qeter daxuyaniyek bo raya giştî belav bike.
کوردستان TV
100%

Şer 46 roje bêyî westan didome.

Li gel berdewamiya şerê navbera Îsraîl û Hemasê di rojan xwe ya 46an de, Serokê komîteya siyasî ya Hemasê daxuyaniyek da.

Serokê komîteya siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ragihand ku, danûstandinên wan bi rêya navbeyinkaran li gel Îsraîlê didomin û armanc ji wan danûstandinan rawestandina şere.

Heniye diyar kiriye ku, niha di navbera Hemas û Îsraîlê de nêrînên her du aliyan hêdî hêdî lihev nêz dibin û vê di demeke nêz de li ser rawestandina demkî ya şerê lihev bikin.

Ji aliyeke din ve rayedarekî din yê Hemasê bi navê Îzet Reşq ragihandiye ku, Qeter navbeyinkare û di seatên pêş de Qeter li ser vê mijarê vê daxuyanî bide.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.