Heta niha 61 car êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.
Êrîşên komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê yên bo ser navend û hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyeyê berdewamin.
Di vê çarçoveyê de navenda leşkerî ya Eyn Esed ku, têde hêzên Amerîkî dimînin, yek ji wan navendane ku, rojane êrîşî ser vê tê kirin û duhê jî careke din komên çekdar yên ser bi Îranê êrîşî ser vê navendê kirin lê derbarê zirarên êrîşê de ti daxuyanî nehatine weşandin.
Weke tê zanîn beriya niha wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiribû ku, ji 17ê Cotmehê ve heta niha bi giştî 61 caran li Îraq û Sûriyeyê êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin