Dêmenên tonelên hemasê hatin belavkirin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya herî nû de behsa rewşa nexweşxaneya Şefa ya li Xezeyê kiriye ku, ev çend roje di rojevê deye.
Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku, çekdarên Hemasê xelkê medenî weke qelxan bikar tînin û debistan, nexweşxane û mizgeftan bo meramên xwe yên leşkerî bikar tînin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, di bin nexweşxaneya Şefayê de tonelên Hemasê hebûne ku, dirêjahiya wan tonelan 55 metre bûye.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, tonel di bin 10 metriya nexweşxaneyê de hatine lêdan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin