Nêçîrvan Barzanî: Em berdewam dibin li ser hewldan bo çareser kirina kêşeyan

dibêje şer tenê hestên tolhildanê bihêztir dike.
کوردستان TV
100%

Li Dihukê di komcivîna MEPS de gotarek pêşkêş kir.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di çaremîn komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn de yaku, li Dihukê hatiye organîzekirin kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokê herêma Kurdistanê di gotara xwe de bi giranî behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand ku, çareser nekirina wan kêşeyan zirarê dide her du aliyan lê heta niha hewldanên her du aliyan bo çareser kirina kêşeyan berdewamin û em li ser hewldanên xwe berdewam dibin daku, çaresereke goncaw bo kêşeyên heyî bibînin.

Nêçîrvan Barzanî dibeşeke din ya gotara xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, rêya rast û cesareta herî rast hewldan bo çareser kirina kêşeyane.

Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa şerê navbera Îsraîl û Hemasê jî kir û ragihand ku, rewşa ku, niha li Îsraîl û Xezeyê de holê deye ev yek nîşan dide ku, asayîş û ewlekariya dever û cehanê di metirsî deye.

Serokê herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku, lazime dawî bi şer were û kêşeya heyî were çareserkirin û rêya herî baş  ya çareesr kirina vê kêşeyê jî ava kirina du dewletane jiber ku, şer û berdewamiya şer tenê hestên tolhildanê zêdetir û bihêztir dike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.