Amerîka: Welatên Erebî petrolê weke çek bikar nahînin

beriya niha Îran daxwaz kiribû kes petrolê nede Amerîka û Îsraîlê.
کوردستان TV
100%

Dibêje welatên Erebî gerentî dane Amerîkayê.

Şêwirmendê Koşka Spî Amos Hookstein di daxuyaniyekê de derbarê şerê navbera Hemas û Îsraîlê de ragihand ku, şerê navbera Hemas û Îsraîlê didome û hewldanên heyî yên bo azad kirina dîlan û bi dawî anîna şer jî berdewamin.

Amos Hookstein di beşeke din ji gotinên xwe de ev yek aniye ziman ku, raste petrol çekeke gelek bibandore lê welatên Erebî gerentî dane Amerîkayê ku, bi ti awayî li ser şerê navbera Hemas û Îsraîlê de petrol weke çek bikar nahînin.

Weke tê zanîn beriya niha rejîma Îranê bi taybetî Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî çend caran daxwaz kiribû welatên Erebî û îslamî petrolê nedin Amerîka û Îsraîlê, lewre ev daxuyaniya Amos weke bersifdayîneke bo Îranê jî.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.