Îsraîl jî dibêje ev yek karê Îranê ye.
Çekdarên husî yên li Yemenê ragihandin ku, hêzên wan karîne li peravên Yemenê dest deynin ser keştiyeke bazirganî ya Îsraîlî yaku, têde 52 welatî hene û keştî jî yê bazirganeke Îsraîliye bi navê Ramy Oncer.
Ji aliyê xwe ve kanala i24 belav kiriye ku, ev keştiya han ya Îsraîlê ye lê kesên nava keştiyê ne welatiyên Îsraîlîne û armanca husiyan jî derbdane li bazirganiya Îsraîlê.
Ji aliyê xwe ve nivîsîngeha Serokwezîriya Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û têde ragihandiye ku, husî bi tenê serê xwe nikarin tişteke wisa bikin û bi fermana rejîma Îranê dest danîne ser ev keştiya han.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ev karê han yê hovane ya husiyan bê encam nabe û vê di warê navnetewî û ewlekariya keştîraniyê de gelek tiştên nû bi xwe re bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin