Serokwezîrê Kurdistanê gotareke kurt pêşkêş kir.
Îro li zanîngeha Amerîkî Kurdistan ya li Dihukê 4mîn komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hijmareke gelek zêde ji pispor û akademîsiyenên navxweyî û biyanî di roja xwe ya duyemîn de dom kir.
Di vê rojê de jî Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku, hevdem endamê desteya emîndariya zanîngeha Amerîkî Kurdistan ya li Dihukê ye, bi zimanê îngilîzî gotareke kurt pêşkêş kir û rixmî bixêr hatin kirina mêwanan hevdem spasiya vê zanîngehê kir bo organîze kirina vê komcivîna han.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftina xwe de careke din li gel hijmareke pispor, akademîsyen û bazirganîn jêhatî ku, li ser deverê xwedan şarezayiyeke başin kom bûne, ev cerbandinên ku, weke xelk û netewe rastî wan tên gelek mezinin, hun ku, niha liwirên sala derbasbûyî her yek ji we bi awayeke cuda rastî wan kêşeyan hatine ku, di demên pêş de li ser wan dipeyvin.
Bernameya vê komcivîna han pêk hatiye ji nîqaş kirin li ser wan kêşeyan ku, rojane em rastî wan tên, mijarên weke guherîna keş û hewayê, tundgerî, koça bi komî û fakterên vê, domandina sîstemên birêvebirina berdewam ya samanên xwezayî, em nîqaş li ser tevahiya wan mijaran dikin.
Amadebûyên birêz lazime em amadebin ku, vê yekê qebûl bikin ku, hinek ji wan kêşeyan ku, niha li ser wan diaxevin metirsiyên gelek mezinin bo ser me, mîna bilind bûna pileya germiya zemînê ku, ev yek jî metirsiyeke gelek mezine bo ser tevahiya me. Nebûna asayîşa xwerakê, koça bi komî bileztir dike, kêşeya kêm bûna avê jî yek ji wan kêşeyane ku, neçarîn li ser nîqaş bikin, lazime hewlên zêdetir û baştir bidin bo kêm kirina rêjeya kerbonê, jiber ev yek metirsiyeke gelek mezine.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku, niha dem ne demê vê ye ku, em xwe ji kêşe û berpirsiyartiyan veşêrên, niha dem dema vê yek ku, bo berejwendiyên giştî kar bikin.
Buhayên hevbeş yên însanî yên me ji me daxwaz dikin daku, bi cidî rûbirûyê germiya zemînê bibin, bi heman awayiya 10 salên derbasbûyî hîn jî dêmenên şer û bêkariyê dibînin, lewre lazime rê nedin dêmenin wisa bibin tişteke normal.
Tenê mehkûm kirina şerê ne bese belku, lazime tevahiya me hewl bo dîtina çareseriyeke goncaw bo kêşeyan bidin beriya ku, bigehêjin astek ku, bibin sedema derketina şerê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin