Êrîş bi rêya tirimbîlekê pêk hatiye.
Nivîsîngeha Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê Şaxewan Ebdulah daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, îro duşem danê sibê, çend çekdar bi rêya tirimbîlekê li Kerkûkê êrîşî ser nivîsngeha Şaxewan Ebdulah kirine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, ti zirareke êrîşê nebûye û zirêvanên nivîsîngehê bilez bersifa êrîşê dane û tirimbîla ku, çekdar têde bûne, çend gule ber vê ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin