Serokwezîr kevrên bingehîn yên du projeyan danî

dibêje bi saya wan projeyan pêdiviya Kurdistanê bi derê namîne.
کوردستان TV
100%

5 hezar derfetên karî li Zaxoyê tên afirandin.

Îro li Zaxoyê bi merasîmên fermî Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevrên bingehîn her du projeyên navçeya pîşesaziya Zaxoyê û kargeha paqêjkirin û dubare bikaranînê (Recycling) danî.

Ev her du projeyên han li ser rûberê 800 domin erdê têne avakirin û bi ava kirina wan her du projeyan zêdetir ji 5 hezar derfetên karî li deverê têne afirandin.

Her di vê merasîma han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, yek ji ewleviyetên sereke yên hikûmeta Kurdistanê xizmet kirina welatiyane bêyî cudatî û hikûmet berdewame li ser cîhbicîh kirina projeyên curbicur li seraserê Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de anî ziman ku, rixmî hebûna kêşeyên curbicur bi taybetî kêşeyên darayî lê hikûmet li ser cîhbicîh kirina bernameya xwe û xizmet kirina welatiyan berdewam dibe û armanca hikûmetê jî ava kirina jêrxaneke bihêz û pêşkeftî ya abûrî û vejandina welat di her warî deye.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, bo pêşxistina Kurdistan û pêşde birina abûrî, lazime bazarên Kurdistanê werin yekxistin û bihev re werin girêdan û ev projeyên ku, îro liwir têne destpêkirin, roleke gelek girîng bo vejandin û pêşde birina abûriya Kurdistanê dilîzin û pêdiviyên Kurdistanê yên bo dabîn kirina pêdiviyên xwe ji welatên derve kêmtir dikin û ev yek jî yek ji armancên sereke yên hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Derbarê projeya Recycling de jî Serokwezîr diyar kir ku, Kurdistan pêdiviya xwe bi projeyên vê rengî yên jîngehparêz heye lewre lazime li deverên din yên Kurdistanê ev projeyên wisa werin cîhbicîhkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.