Aloziyên navbera Tirkiye û Îsraîlê zêdetir dibin

Netanyahu jî dibêje ne hedê Erdogane aqilê bide me.
کوردستان TV
100%

Erdogan dibêje doz dijî Îsraîlê ve dikin.

Jiber şerê navbera Îsraîl û Hemasê yaku, jiber êrîşên Hemasê yên 7ê Cotmehê de destpê kiriye, alozî dikeve navbera Tirkiye û Îsraîlê jî.

Rixmî gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan yên li dor Îsraîlê, hevdem Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gef li Îsraîlê kiribû ku, vê şevek ji nîşkave biçin ser wan.

Herwiha Erdogan duhê jî diyar kiriye ku, bi rêya 2 hezar Parêzer dijî Îsraîlê li dadgeha cîhanî doz vedikin û daxwaza darizandina Îsraîlê bi tawana pêkanîna tawanên cengî û komkujiyan dikin.

Ji aliyeke din ve her duhê wezîrê derve yê Tirkiyeyê gotibû ku, prosesa normal kirina têkiliyên li gel Îsraîlê tê rawestandin.

Herwiha beriya du rojan Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî bersifa Erdoganê dabû û gotibû kesê ku, gundên Kurdan bordiman dike û Kurdan dikuje ne hedê wî ye ku, aqilê bide me.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.