Ev çaremîn komcivîne û li Dihukê tê organîzekirin.
Biryare sibê yekşem 19ê Mijdarê bi beşdariya Serokê herêmê û Serokwezîrê herêma Kurdistanê 4mîn komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn li Dihukê were organîzekirin.
Di komcivîna han de ji bilî Serokê herêmê û Serokwezîrê herêma Kurdistanê nêzî 200 kesatî û pisporên siyasî yên navxweyî û biyanî jî di komcivîna han de beşdar dibin û çend panêlên curbicur derbarê rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê, Îraq û deverê werin lidarxistin.
Komcivîna han yaku, ji aliyê zanîngeha Amerîkî Kurdistanî ve tê organîzekirin vê du rojan berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin