Bajarê Xan Yûnis jî hate bordiman kirin

beşeke mezin ji Bakûrê Xezeyê hatiye kontrolkirin.
کوردستان TV
100%

Gelek kes di encama bordimanê de canê xwe ji dest dane.

Li gor nûçeyeke ajansa wefa ya Felestînî, îro danê sibê balefirên şer yên Îsraîlê bi dijwarî bajarê Xan Yûnsê bordiman kirine.

Çavkaniya han belav kiriye ku, di encama bordimana han de li gor amarên destpêkê herî kêm 26 kes ku, gelek ji wan zarokin canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn ev 42 roje şerê navbera Îsraîl û Hemasê berdewame û beşeke mezin ji Bakûrê Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagîrkirin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.