Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Tîma Pêdaçûnê bi erkê Unami li Iraqê kir

Serok Barzanî dibêje mayîna NY li Îraqê hevkariyeke gelek başe bo Îraqê.
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê tîma Serbixwe ya venêrîna stratejîkî ya erkê nuneratiya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) kir.

Di hevdîtinê de Volker Perthes armanca xwe ya serdana Iraqê û plana pêdaçûna bi erk û karên tîmên ser bi Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û hemahengiya li gel Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li salê bê de şîrove kir.

Di beşekî din ya vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî kir ku li salên derbasbûyî roleke baş ya li yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina qeyranan de hebûye. Her wiha Serok Barzanî bi kurtî li dîroka destêwerdanên herêmî yên li Iraqê û tundî û tayîfegerî û qeyranan û wan êşan behs kir ku li ser gelê Kurdistanê û gelê Iraqê de hatiye. Daxwaz jî kir ku kêşe û giriftên Iraqê di çarçêweya destûrê de bêne çareser kirin û tekez jî li wê yekê kir ku amadebûna rêxistina Neteweyên Yekgirtî û berdewamiya karên wan yarmetîder dibê ji bo baştirbûna proseya siyasî û pêkanîna aramiya li Iraqê û çareseriya giriftan.

Rewşa siyasiya navçeyê û gef û êrîşên li pêşiya aramiya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.