Serokê herêmê û Serokê tîma UN civiyan

nunerê UN spasiya Serokê herêmê dike.
کوردستان TV
100%

Behsa kar û çalakiyên tîmên ser bi Netewên Yekgirtî kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê tîma UN li Îraqê Volker Perses kir.

Di civînê de her du aliyan behsa erk û serdana Volker Perses bo Îraqê û civîn û hevdîtinên wî yên li gel rayedarên Îraq hate kirin û behsa erk û pîwerdariyên tîmên NY û ajansên vê yên li Îraq û herêma Kurdistanê de kirin.

Nêçîrvan Barzanî rixmî diyar kirina rêzdariya xwe ya li hember rol û piştîvaniyên NY, ajans û tîmên vê li Îraq û hevkariyên di qonaxên cuda cuda de, balkêşande ser hewl û karên UN li Îraqê piştî prosesa azadiya Îraqê yên bo dabîn kirina aramî û pêşde birina demokrasî û ektîftir kirina dezgehên hikûmetê.

Ji aliyê xwe ve Volker Perses jî nêrînên xwe yên derbarê erkên UN li Îraqê diyar kir û anî ziman ku, ev li ser daxwaza Îraqê li wirin û erkê wan venêrîn kirin bo erkên nunerên UN li Îraqê ye û spasiya nêrînên Serokê herêma Kurdistanê yên derbarê kar û çalakiyên UN li Îraqê jî kir.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa navxweyiya herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên siyasî li Îraqê û deverê de hate kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.