Serok Barzanî li gel Konsulusê Qeterê civiya

Qeter û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Qeter têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Qeterê li Hewlêrê Husên Elî Salih Elfezale kir ku, yekem Konsulusê Qeterê ye li Kurdistanê.

Di civînê de Konsulusê Qeterê silavên Mîrê welatê xwe gehande Serok Barzanî û kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina xwe li herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, tevahiya hewlên xwe bo hevkarî û hemahengiya zêdetir di warên vejandina jêrxana abûrî û pêşde birina têkiliyan li gel Kurdistanê bitevger dike.

Li hember de Serok Barzanî jî pîrozbayî û destxweşî li Konsulusê giştî yê Qeterê kir û pêşwaziya berfire kirin û bihêztir kirina têkiliyên dîplomatîkî yên di navbera herêma Kurdistan û Qeterê kir û tekez li ser pêşde birina dostatî û têkiliyên navbera her du aliyan de kir.

Her di heman civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê rewşa giştî û pêşhatên deverê de lihev veguhastin.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.