Îraq dikare elektirîk û gaz ji Îranê hawirde bike.
Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku, bi mebesta hevkarî kirina Îraqê, hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku, 4 mehên din rê bide bi Îraqê ku, elektirîk û gaz bo dabîn kirina elektirîkê ji Îranê hawirde bike.
Ev biryara hikûmeta Amerîkayê bo ku, bikeve meriyetê radestî kongrêsê hatiye kirin lê heta niha kongrês ev biryar red nekiriye anjî qebûl nekiriye.
Beriya niha Amerîka ragihandibû ku, nabe Îraq ji Îranê elektirîk û gaz hawirde bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin