Artêşa Îsraîlê daxwaze ji Serokwezîrê vê welatî dike

heta niha Serokwezîrê Îsraîlê bersifa vê daxwaza han nedaye.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime hin navçeyên li Başûrê Beyrûtê werin bordimankirin.

Êrîşên çekdarên hizbulaha Libnanê yên bo ser Îsraîlê didomin û artêşa vê welatî jî bersifa wan êrîşan dide.

Di vê derbarê de rojnameya Şeriq Elewset li ser zarê çend jêderên hayedar di nava artêşa Îsraîlê de belav kiriye ku, Fermandarên artêşa Îsraîlê ji Serokwezîrê vê welatî daxwaz kirine daku, weke bersifdayîna êrîşên hizbulahê yên bo ser Îsraîlê, artêşa Îsraîlê navçeya Zahiye ya li Başûrê Beyrûta paytext were bordimankirin.

Heta niha Serokwezîrê Îsraîlê jî bersifa vê daxwazê nedaye lê berpirsê Mossada Îsraîlê diyar kiriye ku, vê şer berfire bibe û sînorên Xezeyê derbas bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.