Serokwezîr serdana festîvala hunerî kir

ji nêz ve şopandin bo berhemên hunerî yên Hunermendên Kurd kir.
کوردستان TV
100%

Festîval îro ji aliyê Akademiya Huner ya Hewlêrê ve hatiye organîzekirin.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana festîvala hunerî yaku, ji aliyê Akademiya Huner ya Hewlêrê ve hatibû organîzekirin kir.

Serokwezîr serdana beşên curbicur kir û berhemên curbicur yên hunerî ji nêzve şopand û pişt re jî gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku, gelek kêfa wî bi huner û berhemên hunerî tê û hikûmeta herêma Kurdistanê jî girîngî bi huner dide.

Serokwezîr herwiha eşkere kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de tev digere û tevahiya pîwerdariyên xwe bicîh aniye lewre niha lazime hikûmeta federalî jî pîwerdariyên xwe bicîh bîne û bo çareser kirina kêşeyan gavên pêwîst bavêje.

Kurdistan Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.