Serokwezîr li gel Konsulusê Qeterê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya yekem Konsulusê giştî yê Qeterê li herêma Kurdistanê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê navebra civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê Qeterê yê li herêma Kurdistanê birêz Husên Elî Salih Elfezale kir.
Jiber vekirina Konsulusxaneya Qeterê û destbikar bûna wî weke Konsulusê giştî yê welatê xwe, me pîrozbayî li Konsulusê Qeterê kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest û hevkarî û piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyên du alî diyar kir.
Konsulusê giştî yê Qeterê silav û rêzên xwedan şiko Mîrê Qeterê gehandine me û balkêşande ser têkiliyên bihêz û taybetî yên di navbera herêma Kurdistan û dewleta Qeterê û amadebûna welatên xwe bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê hêlbirîn û abûrî de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin