Netanyahu gef li welatên Erebî dike

Hemas jî dibêje dijî me rêkeftin îmze kirine.
کوردستان TV
100%

Hemas jî rexne li wan dike.

Piştî bi dawî hatina komcivîna hevbeş ya di navbera welatên Erebî û welatên îslamî ya li Siûdiyeyê, Hemas bi cuda û Îsraîl jî bi cuda rexne li welatên beşdar di civînê de kirin.

Her çend di civînê de ti biryareke piratîkî dijî Îsraîlê nehatiye stendin lê Serokê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu gef li welatên Erebî dike û dibêje soza we ya li dijî Hemasê heye, hun jî baş dizanin ku, Hemas felakete bo Xeze û Xelkê Xezeyê, lewre tişta herî baş yaku, hun bo xelkê Xezeyê bikin eve ku, bêdeng bin û eger dixwazin desthilat û berejwendiyên xwe biparêzin li hember me û operasiyonên me bêdeng bin.

Ji aliyê xwe ve Hemas jî rexne li welatên beşdar di komcivînê de dike û dibêje ne tenê piştîvaniya me nekirin belku dijî me rêkeftin jî îmze kirine.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.