Îro salvegera rizgar kirina Şingalê ye

gelek pêşmerge di operasiyona rizgar kirina Şingalê de şehîd bûn.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî raste rast Fermandariya şerê rizgar kirina Şingalê kir.

Îro 13ê Mijdarê 8mîn salvegera rizgar kirina Şingalê ji destê terorîstên DIŞIê ye.

Di sala 2014an de dema terorîstên DIŞIê êrîşê deverê kirin û beşek ji axa Îraqê dagîr kirin, berê xwe dane Şingalê jî û Şingal jî dagîr kirin.

Her vê demê Serok Barzanî soz dabû daku, Şingal neyê rizgarkirin ranawestin.

Di çarçoveya vê soza han de bi Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî û bi beşdariya 7 hezar û 500 pêşmerge, dastana lehengiyeke dîrokî hate tomarkirin û Şingal ji destê terorîstên DIŞIê hate rizgarkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.