Misir karwana Îranî qebûl nekir

Îsraîl rê nedaye vê karwana han.
کوردستان TV
100%

Îran dixwest hevkarî bo xelkê Xezeyê bişîne.

Li gor nûçeyeke çapemeniya ser bi komên nêzî Îranê, li ser daxwaza Îsraîlê, Misir rê nedaye karwana hevkariyên Îranê derbasî axa Misirê bibe.

Di vê derbarê de kanala Meyadîn belav kiriye ku, karwana hevkariyên Îranê yên ku, bo xelkê Xezeyê hatibûn berhevkirin û şandin, duhê dema gehêştiye ser sînorê Misirê, rayedarên Misirê li ser daxwaza Îsraîlê, rê nedane ev karwan derbasî axa Misirê bibe û ji wir ve jî ber bi Xezeyê ve biçe.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.