Ji kempa Holê bo Îraqê hatine vegerandin.
Li gor nûçeyeke Elerebiye elcedîde, hikûmeta Îraqê berdewame li ser hewlên xwe yên bo vegerandina malbetên DIŞI yên Îraqî yên di nava kempa Holê de.
Çavkaniyê eşkere kiriye ku, duhê jî di çarçoveya heman hewldanan de 200 malbetên din yên DIŞIê yên Îraqî ji kempa Hol hatine vegerandin û li kempa Elcede ya li Enbarê hatine bicîhkirin.
Çavkaniyê eşkere kiriye ku, hijmara kesên nava wan malbetan 776 kese ku, piraniya wan jin û zarokin.
Weke tê zanîn di meha Îlonê de jî 173 malbetên din yên Îraqî ji kempa Holê hatibûn vegerandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin