Serokê herêmê piştîvaniya Konsulusê Qeterê dike.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya yekem Konsulusê Qeterê yê li Hewlêrê Husên Elî Salih Elfezale kir.
Di civînê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Elfezale kir û hêviya serkeftinê bo xwest û piştîvaniya xwe jî bo serxistina pîwerdariya xwe diyar kir û tekez li ser amadebûna Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Qeterê kir.
Ji aliyê xwe ve Konsulusê Qeterê jî silavên Mîrê Qeterê gehande Serokê herêmê û kêfxweşiya xwe ya li hember vekirina Konsulusxaneya welatê xwe li Kurdistanê diyar kir.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku, bo pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Qeterê tevahiya hewlên xwe bi tevger dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin