Behsa girîngiya parastina hêzên hevpeymanan hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li îraqê birêz Stephen Hitchen kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê û çareser kirina kêşeyên navbera herêm û hikûmeta federalî û pêşde birina têkiliyên du alî kir.
Me her du alî li ser girîngiya parastina ewlekarî û aramiya Îraqê û dûr xistina Îraqê ji şer û aloziyên herêmî û herwiha parastina selametiya hêzên hevpeymanan, balyozxane û nuneratiyên dîplomatîkî li Îraqê hemfikir bûn.
Girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê didema diyarîkirî de û amadekariyên heyî yên bo vê yekê mijareke din ya civîna me bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin