Dibêje li Sûriyeyê jêrxana çekdarên Îranî wêran kirine.
Serokê Amerîkayê Jeo Biden di nameyekê de ku, bo Serokê civata nuneran û kongrêsa Amerîkayê de ya derbarê cîhbicîh kirina zagonên şer de şandiye, behsa êrîşên ser hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyeyê de kiriye.
Biden diyar kiriye ku, komên çekdar yên Îranî li Îraq û Sûriyeyê êrîşên xwe yên bo ser hêzên Amerîkî didomînin û Amerîka jî bersifên dijwar dide wan êrîşan.
Biden di nameya xwe de nivîsandiye: Di êrîşa dawî ya Amerîkayê ya bo ser hêzên çekdarên yên Îranî yên li Sûriyeyê yaku, bi fermana min hatiye kirin, derbên gelek dijwar li wan hêzan hatine dayîn û jêrxana wan jî hatiye jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin