YE: Demokrasî li Tirkiyeyê paş dikeve

dibêje Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpayê gelek dûr ketiye.
کوردستان TV
100%

Raporta xwe ya salane derbarê rewşa Tirkiyeyê de belav kir.

Yekîtiya Ewrûpayê raporta xwe ya salane derbarê rewşa welatên berendam di Yekîtiya Ewrûpayê de belav kir.

Di beşeke vê raportê de bi berfirehî behsa rewşa Tirkiyeyê hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, li Tirkiyeyê tiştek bi navê demokrasiyê nemaye, serbixweyiya dadgeh û qanûnê nemaye, di bin navê Serokatî de desthilat di destê kesekî de hatiye komkirin.

Her di heman raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, qanûna Tirkiyeyê ya dijî terorê jî beruvajî qanûn û zagonên YE ye û di warê çareser kirina pirsa Kurd de jî ti gaveke berçav nehatiye avêtin.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku, sansoreke mezin li ser çapemeniyê heye, mafên mirovan, azadî û azadiya ramanê bi temamî hatine binpêkirin.

Di dawiya raportê de bi kurtî hatiye nivîsandin ku, Tirkiye ji pîwer û normên Yekîtiya Ewrûpayê gelek dûr ketiye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.