Êrîşên ser hêzên Amerîkî hate kirin

îşev Amerîka jî êrîşî ser hêzên Îranî kiribû.
کوردستان TV
100%

Li Şedadê ev êrîş pêk hatiye.

Li gor jêderên çapemeniyê, eniya berxwedana îslamî ya Îraqê ragihandiye ku, bi mûşek û dronan êrîşî ser navenda hêzên leşkerî ya Amerîkayê ya li Başûrê Hesekê kiriye.

Heta niha Amerîka derbarê zirarên êrîşê de ti daxuyanî nedaye.

Ji aliyeke din ve beriya du rojan dîsa li Tenefê jî êrîşî ser hêzên Amerîkî hatibû kirin.

Weke tê zanîn weke bersifdayîna wan êrîşan îşev Amerîka jî li Sûriyeyê êrîşî ser hêzên Îranî kiribû û çapemeniya Sûrî diyar kiribû ku, herî kêm 9 çekdarên Îranî hatine kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.