Zêdetir ji 400 awareyên din vegeriyane Şingalê.
Li gor daxuyaniyeke wezareta koç û koçberan ya Îraqê vegera awareyên Êzidî yên ku, di kempên li parêzgeha Dihukê de nîştecîhne, bo Şingalê berdewame.
Di daxuyaniya vê wezaretê de qala vê yekê hatiye kirin ku, duhê duşem di vê çarçoveyê de 487 awareyên din yên Êzidî ji kempên li parêzgeha Dihukê vegeriyane Şingalê.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye gotin ku, ev awareyên han bi awayeke dilxwaz ji kempa Şariya vegeriyane Şingal û derdorê.
Weke tê zanîn zêdetir ji 700 hezar awareyên Şingalê li deverên curbicur yên li herêma Kurdistanê nîştecîhne ku, zêdetir ji 200 hezar ji wan di n ava 25 kempên curbicur de dimînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin