Mesrûr Barzanî: Rixmî qirîzan xizmetgozariyên tendirostî pêş de diçin

dibêje bila welatî baldar bin û xwe biparêzin.
کوردستان TV
100%

Îro li Dihukê kevira bingehîn ya nexweşxaneyeke taybet bi penceşêrê danî.

Îro li Dihukê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya nexweşxaneyeke taybet bi derman kirina nexweşên ku, bi penceşêrê ketine danî û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di gotara xwe de ragihand ku, ev nexweşxaneya han yekem nexweşxaneye li Dihukê tê avakirin û fêdeyeke gelek zêde digehîn nexweşên vê deverê.

Serokwezîr herwiha anî ziman ku, nexweşiya penceşêrê nexweşiyeke cîhanî û pir mesrefe û lazime welatî gelek baldar bin û xwe ji vê nexweşiya han biparêzin û zû bizû cerbandinên pêwîst bikin.

Serokwezîr di beşeke din ya gotara xwe de diyar kir ku, rixmî hebûna qirîza darayî û kêşeyên din lê hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame li ser pêşkêş kirina xizmetgozariyan û pêşde birina welat.

Serokwezîr ev yek anî ziman ku, rixmî hebûna kêşeyên darayî lê li Kurdistanê de geşe bi xizmetgozariyên tendirostî hatiye dayîn û kerta tendirostî pêşde çûye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.