Japon û Kurdistanê têkiliyên xwe zêdetir dikin

kompaniyên Japonî li Kurdistanê projeyên curbicur cîhbicîh dikin.
کوردستان TV
100%

Kompaniyên Japonî çalakiyên xwe li Kurdistanê zêdetir dikin.

Wezîrê bazirganî û pîşesazî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Kemal Muslim li gel şandeke Konsulusxaneya Japonê ya li Hewlêrê civiyaye.

Di civînê de her du aliyan behsa têkiliyên navbera Japon û Kurdistanê û çawetiya berfiretir kirina wan têkiliyan kiriye û di civînê de şanda Japnî eşkere kiriye ku, Japon dixwaze têkiliyên xwe yên bazirganî li gel herêma Kurdistanê bihêztir û berfiretir bike lewre hana kompaniyên Japonî dide daku, kar û çalakiyên xwe yên li Kurdistanê de zêdetir bikin.

Li hember de jî Kemal Muslim diyar kiriye ku, niha li Kurdistanê de derfetên gelek goncaw bo pêşde birin û zêdetir kirina hêlbirîna Japonî heye û Kurdistan jî dixwaze têkiliyên xwe di her warî de bi taybetî di warê bazirganî û abûrî de li gel Kurdistanê pêş de bibe.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.