Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê aloztir dibin

Îsraîl jî dibêje Tirkiye piştîvaniya Hemasê dike.
کوردستان TV
100%

Duhê Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû hesab bo Netanyahu nakin.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê ev yek mehe didome û Tirkiye jî bi her awayî piştîvaniya Hemasê dike û gef li Îsraîlê dike ku, vê li cîhanê vê welatî weke tawanbarê cengî binasîne.

Ji aliyeke din ve duhê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gotibû ku, emê têkiliyan bi temamî qut nakin lê hesab jî bo Netanyahu nakin û wî bi muxateb wer nagirtin.

Piştî vê daxuyaniya han ya Erdogan wezareta derve ya Tirkiyeyê jî diyar kir ku, balyozê xwe yê li Til Avîvê vekêşandiye.

Li hember de jî wezareta derve ya Îsraîlê diyar kiriye ku, ev biryara han ya Tirkiyeyê pêngaveke nû ya Tirkiyeyê ye bo piştîvanî kirina Hemasê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.