Di nava kempê de şewat derketiye.
Li gor çapemeniya Îran duhê înê di nava kempeke taybet bi kesên ku, madeyên hişber bikar tînin de, şewateke mezin derketiye.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, şewat di nava kempa rizgar kirina alûdebûyên madeyên hişber ya li bajarê Lengerûdê ya li parêzgeha Gîlan ya li Bakûrê Îranê derketiye û di encama şewata han de herî kêm 32 kes şewitîne û canê xwe ji dest dane herwiha 16 kes jî birîndar bûne ku, birîna 4 ji wan gelek girane.
Heta niha sedema vê şewatê nehatiye zelalkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin