Sûdanî ferman artêşa Îraqê kiriye bikeve amadebaşiyê

gotiye haya we ji girtîgehan hebe.
کوردستان TV
100%

Tekez li ser parastina cebelxaneyan kiriye.

Çapemeniya Îraqê fermannameyeke fermî ya bi îmzeya Serokwezîrê vê welatî Mihemed Sûdanî belav kiriye ku, têde ji artêşa welatê xwe daxwaz kiriye bikeve amadebaşiyeke temam de.

Di fermannameya han de Mihemed Sûdanî diyar kiriye ku, bi mebesta amadebûn bo rûbirû bûna her egerekê lazime tank, balefirên cengî û tevahiya yekeyên artêşa Îraqê di amadebaşiya temam de bin û enbarên cebelxaneyan bi başî biparêzin.

Sûdanî herwiha ferman kiriye ku, nuneratiyên dîplomatîkî yên welatên din jî werin parastin.

Sûdanî herwiha ferman kiriye ku, lazime aliyên têkildar yên li girtîgehan çavên xwe bi başî bidin ser girtîgehan û rê neden di nava girtîgehan de velatiyên ewlekarî çê bibin û alozî derbikevin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.